أضف تعليق

Nasnameya gerîlaya li Cûdî jiyana xwe ji dest da aşkere bû


BEHDÎNAN – HPG’ê nasnameya gerîlayek li di encama operasyona li Çiyayê Cûdî yê li Şirnecxê de jiyana xwe ji dest da, aşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniya dayî de got; “Di meha Kanûnê de li dijî herêma Cûdî operasyoneke berfireh a 13 rojan hatibû lidarxistin. Agahiya şehadeta hevala me Zîlan Bagok gihîşt dest me.”

Nansameya gerîlaya jiyana xwe ji dest daye:

-Nav û Paşnav: Gulnaz Demîr, bi nasnavê Zîlan Bakok, di sala 1985’ê de li Mêrdînê ji dayîk bûye, di sala 2002 de ji Mêrdînê tevlî nava refên gerîlayan bûye.

HPG’ê der barê gerîla Zîlan de wiha got; “Hevala Zîlan di sala 1985’an de li Mêrdînê li derdoreke welatparêz hatiye dinê û mezin bûye. Ew ji bo meşa xwe azadiyê pêk bîne bi hêvî û xwestek ji bo tevlî nava refê gerîla bibe, di sala 2002’an de li çiyayên Kurdistanê dest bi tekoşînê dike. Hevala Zîlan a pêwistiya azadiya jinê hîn di sîstemê de dibîne bi biryardarî dest bi meşa azadiyê dike. Navê xwe jî ji Şehîd Zîlan girtiye û li pey şopa wê her dem meşiyaye.

Li herêmên weke Garê, Metîna, Zagros, Zap û Botanê maye û tecrûbeyên xwe bi xebatên xwe herdem nîşan dida. Hevala Zîlan her dem ji dil didît ku çiyayên azad di riya Rêbertiya PKK’ê û şehîdan de her dem hêzeke pir xurt dide jinê û weke fermandareke jin di hemû kar û xebatê girtiye ser milê xwe bi serkeftî bi cîh aniye. Herî dawî di operasyona li Cûdî de tevlî nava refê nemiran bûye.”

Advertisements

About إدارة الموقع

أدارة موقع وكالة عفرين للأنباء نسعى للشفافية في نقل الخبر و ايصال صوت الحقيقة

شارك و عبر عن رأيك

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

WordPress.com Logo

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   / تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   / تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   / تغيير )

Google+ photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google+. تسجيل خروج   / تغيير )

Connecting to %s

%d مدونون معجبون بهذه: