أضف تعليق

KCK: 2012 dê bibe sala berxwedana topyekun


BEHDÎNAN – KCK’ê bal kişand ku aşkere bû ku komkkujiya Roboskiyê bi awayeke bi plan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye pêkanîn û hewdana peydakirina rêyên zagonê yên ji bo tecrîda Ocalan wiha nirxand; “Hewldana girtin rêyên aşitiyê û gurrkirina şer e.” KCK’ê bal kişand ku dê sala 2012 de li hemberî potîkayên komkujî û şer ên hikûemta AKP’ê bibe sala berxwedana topyekun.

Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya sala 2012 de peyamek weşand. KCK’ê bal kişand ku komijiya Roboskiyê bi zanebûn û bi plan pêk hatiye û daxuyaniyên rayedarên Tirk weke “Rêzdariyê li hemberî mirî û gelê me dikin” nirxand.

KCK’ê bal kişand ku AKP’ê aşkere kiriye ku ew ê di sala 2012 de jî di komkujî û qirkirinan de berdewam bikin. KCK’ê der barê hewdana peydakirina rêyên zagonê yên ji bo tecrîda Ocalan de jî got; “Hemû biryarên ku li ser tecrîda li ser Rêber Apo têne girtin, hewldana girtin rêyên aşitiyê û gurrkirina şer e”.

KOMKUJIYA ROBOSKÎ BI ZANEBÛN Û BI PLAN PÊK HAT

KCK’ê bal kişand ku komkujiya li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê bi zanebûn pêk hatiye û got; “Sala 2011 ya gelê Kurd bi berxwedaneke mezin derbas bû, li hemberî Komkujiya Roboskiyê ya ku di encama konsetpa AKP’ê de pêk hat, dê “Berxwedana Parastina Hebûna Neteweyî û Pêkanîna Azadiyê” bê destpêkirin.” KCK’ê diyar kir ku ev komkujî di şexsê gelê Botanê de li hemberî hemû gelê Kurdistanê pêk hatiye.

PROTESTO TÊRÊ NAKE, DIVÊ SERHILDANÊN HESABPIRSÎNÊ PÊK BÊN

KCK’ê bal kişand ser helwesta ku gelê Kurd nîşanî Komkujiya Roboskiyê û diyar kir ku ev xwepêşandanên ku têne lidarxistin hêjayê teqdîrkirinê ye. KCK’ê diyar kir ku tenê xwepêşandan ne bes in û got; “Gelê me û hêzên demokratîk encex dikarin bi lidarxistina serhildanên hesabpirsîna komkujiyan pêşî li komkujiyên ji aliyê dewleta tirk a mêtînger ve têne pêkanîn bigirin.”

HEWLDANÊN ZAGONÎKIRINA TECRÎDA LI SER OCALAN

KCK’ê bal kişand ser hewldanên zagonîkirina tecrîd û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdetirê 150 rojane nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk bîne û got “Hemû biryarên ku li ser tecrîda li ser Rêber Apo têne girtin, hewldana girtin rêyên aşitiyê û gurrkirina şer e”.

‘RÊZDARÎ NÎŞANÎ MIRÎ Û GELÊ ME NADIN”

KCK’ê bal kişand ku aşkere bû ku komkkujiya Roboskiyê bi awayeke bi plan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye pêkanîn û daxuyaniyên rayedar Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên Tirk ên der barê komkujiya Roboskiyê de weke “Rêzdariyê li hemberî mirî û gelê me dikin” nirxand.

KOMKUJIYÊ PARÇEBÛNÊ ANIYE BER ÇAVAN

KCK’ê bal kişand ser helwesta dewlet û hikûmeta tirk ên li hemberî Komkujiya Roboskiyê û erdheja Wanê û diyar kir ku aşkere bû ku êdî tu dewletên gelê Kurd tune ye, di navbera dewlet û kurdan de parçebûn heye. KCK’ê got; “Her çendî 35 ciwanên me bi awayeke xwînxwarî û namerdane di encama terora dewletê de hatine qetilkirin, lê dîsa jî malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane lêborînê nexwest. Ev yek tê wê wateyê ku gelê kurd weke mirov nahesibînin.” KCK’ê bal kişand ku Tirkiyeyê ji bo Lîbya, Sûriye û Lîbya xwe weke hewariyê demokrasiyê nîşan da û digot ‘em nikarin li hemberî kuştina gel a li Sûriyeyê bê deng bimînin’, lê belê li Kurdistanê gelê Kurdistanê tune dihesibîne, çiyayên wan bombebaran dike, ev j ne bes e, her roj komkujiya pêk tîne, gelo dê Tirkiye çawa vê durûtiya xwe vebişêre?

LI AMEDÊ 2 CIWANÊN KURD BI XWÎNXWARÎ HATIN QETILKIRIN

KCK’ê bal kişand ser 2 kesên ku li Amedê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û diyar kir ku ‘dewleta AKP’ê bi xwînxarî li Peyasa Amedê 2 ciwanên kurd qetil kir. KCK’ê diyar kir ku ji ber ku Amedê ji bo xwepêşandanên bi heybet ên li dijî Komkujiya Roboskiyê pêşengî kir, ev yek pêk hatiye û got; “Rewşa wana çawa dibe bila wisa be, ew her du ciwanên bê çek hatin îşkencekirin û înfazkirin.” KCK’ê bal kişand ku her du ciwan piştî komkujiya Roboskiyê hatin qetilkirin û got; “Dixwazin peyama ‘Zêde neçin pêş, ger hûn biçin em ê we bikujin’ bidin.”

DIVÊ BERXWEDAN LI HER DERÊ Û DI HER FIRSENDÊ DE PÊŞ BIKEVE

KCK’ê diyar kir ku divê hemû parêzvanên mafê mirovan, alîgirên hiqûqa navnetewî û gerdûnî, hemû derdorên netewî û navnetewî li hemberî vê komkujiya bi aşkereyî li hemberî gelê kurd tê pêkanîn bê deng nemînin. KCK’ê got; “Qebûlkirina teslîmiyet û bêrûmetiya dispêrin gelê welatparêz ê Kurdistanê tê wateya destjêberdana hemû nirxên mirovahiyê.”

DIVÊ SERHILDAN BÊNAVBER BERDEWAM BIKIN

KCK’ê got; “Dewleta tirk bi awayeke zanebûn û bi plan 35 mirovên me yên temenên wan di navbera 12 û 18 de qetil kir, divê ji bo vê yekê lêborînê bixwaze, divê hesab ji kesên ku van komkujiyan pêk anîne û ferman dane bê pirsîn.” KCK’ê destnîşan kir ku divê înfaza li Amedê jî bê aşkerekirin û got; “Ji bo pêşîlêgirtina komkujiyan, ji bo mirovên me yên ciwan û nûgihiştî nemirin, ji bo qebûlnekirina bêrûmetî û bêşerefiya ku dispêrin gelê me û ji bo jiyaneke azad-wekhev a li ser vê xakê, divê em êdî ji siyaseta AKP’ê ya komkujiyê pêk tîne re bêjin êdî bes e. “

KCK’ê bal kişand ser xwepêşandanên kurdan ên li hemberî Komkujiya Roboskiyê ku 4 roj in berdewam dike û got; “Divê serhildan bê navber berdewam bikin.”

‘2012 DÊ BIBE SALA BERXWEDANA TOPYEKUN’

KCK’ê got; “Gelê Kurdistanê sala 2011 bi berxwedan û serhildana qedand û bi giyanê berxwedanek kurd sala 2012’ê jî pêşwazî dike. Ji niha ve dixuyê ku dê sala 2012 li hemberî êrişên topyekun ên AKP’ê bibe sala berxwedana topyekun. Li ser vî esasî, em di sala nû de ji hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê re, di sala nû de, di tekoşîn û azadiyê de serkeftin dixwazin. Em bang li hemberî hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî zilma AKP’ê li ber xwe bidin, û di xurtkirina serhildanan de berdewam bikin.”

Advertisements

About إدارة الموقع

أدارة موقع وكالة عفرين للأنباء نسعى للشفافية في نقل الخبر و ايصال صوت الحقيقة

شارك و عبر عن رأيك

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

WordPress.com Logo

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   / تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   / تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   / تغيير )

Google+ photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google+. تسجيل خروج   / تغيير )

Connecting to %s

%d مدونون معجبون بهذه: